17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag da, qederê 38 hezar mehkûm îro piştî nîvro wê bên tehliyekirin.
Di çarçoveya guherînên ku hatin kirin da di sûcên ku beriya 1ê tîrmeha 2016an hatine kirin da dema serbestberdana bişert ji salekê derket du salan. Di vê çarçoveyê da mehkûmên ku 2 sal mabin bişert bên berdan li gor rewşa wan wê bên tehliyekirin.
Bi guherînên teze wê mehkûm cezayên ku maye li derva li cem malbata xwe derbas bikin.
Wezîrê Dadê Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku wê pêşiyê 38 hezar kes bên tehliyekirin.
Hat destnîşankirin ku di rojên pêş da mehkûmên din jî ku şert û mercên wan bigirin wê bên tehliyekirin.
Li gor agahiyan di girtîgehan da 203 hezar û 499 mehkûm hene û bi guherandina teze ku 38 hezar mehkûmê bên berdan, ev hejmar dibe 175 hezar û 499.