YOZGAT
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di civîna 5emîn a Asayî ya AK Partiyê ya navçeya Akdagmadenî ya ku li Navenda Çand û Bazirganiyê ya Şaredariya Akdagmadeniyê hat kirin de axivî.
Bozdag behsa veberhênanên ku li Yozgatê hatine kirin, rexneyên Qesra Serokomariyê û DÎŞIyê kir.
Bozdag got ku rêxistina DÎŞIyê ji nişka ve derketiye holê û wiha axivî:
"Heta demeke nêzik bi tenê siyasetmedar û pisporên ku vê mijarê ve eleqedar dibûn navê wan dizanibûn. Di civakê de sedî 80an zêdetir kesî heta salek û du salên berê jî navê wan nebihîstibû. Niha ji we dipirsim, ev DÎŞI ji nişka ve çawa derket holê. Ew çekên bi qelîte û teknolojîk ji ku hildan? Yên ku ev çek dane wan diyar in. Ji artêşa Iraqê û Sûriyeyê hildane. Ez û hûn nikarin van çekan bi kar bînin. Divê ji bo bikaranîna van jî perwerde bê hildan. Baş e kî wan perwerde kir? Kî evqas piştgiriyê dide wan? Xwarin, derman, tedawî ev hemû ji ku tên? Ji dehan welatan bi hezaran şervan beşdarê DÎŞIyê dibin. Ziman, çand, welat cuda ne, lê evqas mirov çawa li Sûriye û Iraqê beşdarî DÎŞIyê dibin? Evqas tişt bi çar pênc eşqiyayan ve dibe? Komeke terorê dikare vê plan û organîzasyonê bike? Em her tim dibêjin, hişmendiyeke kurmay, hêze ke din a ku DÎŞI kire bela serê herêmê heye."
Bozdag got ku divê bi tenê DÎŞI neyê dîtin, yên ku piştgiriyê didin wê jî bên dîtin û wiha axivî:
"Dema li Sûriyeyê DÎŞIyê lê dixist, dikuşt û dişewitand deng ji dinyayê derneket. Dema DÎŞIyê li Iraqê Enbar, Misûl, Telafer û cihên din bi dest xist, kete çiyayên Şengalê dengê kesî derneket. Dema cihên ku tirk lê dijiyan bi dest xist dengê kesî derneket. Lê dema dor hat Kobanê hemû dinya rabû li ser piyan. Baş e, girîngiya Kobanê çi ye? Çima ji bo cihên din Ewrûpa, Amerîka bê deng ma, lê dema DÎŞIyê êrîşê Kobanê kir hemû dinya rabû li ser piyan? Divê yek vê bipirse. Yên ku Tirkiyeyê rexne dikin, tevgera Tirkiyeyê ya der barê vê mijarê de rexne dikin divê bizanibin ku Tirkiye bi awayekî çevgirtî, guh nedayî, mêjî nexebitandî, agahî û tecrube bikarneanî bûyerên herêmê naşopîne."