Ahmet Aydı
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
HATAY (AA) - Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Reyhanliya navçeya Hatayê serdana qereqolên li ser sînor kir.
Akar tevî heyeta digel xwe gihîşt navçeya Reyhanliyê ya ku bi mebesta întiqala leşkerî ber bi herêma bê şer a li Îdlibê tevgera leşkerî lê ye.

Akar serdana qereqolên sînorî kir û ji Fermandarê 2yemîn ê Artêşê Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel û rayedarên din ên leşkerî derbarê întiqala ber bi Îdlibê ve û pêşhatên herêmê agahî sitendin.
Akar piştre digel heyeta xwe ji Deriyê Sînorê yê Cîlvegozuyê re derbas bû û li herêma tamponê serdana yekeyên leşkerî kir.