Abdullah Tel
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
HELEB/ÎDLIB
Welatiyên li herêma Îdlibê ji ber ku eskerên Tirkiyeyê bi armanca avakirina derên ji bo şopandina rejima agirbestê întiqal kirin, gelek kêfxWeş bûn û hatin pêşiya eskeran.
Li Sûriyeyê xelq li Daret Îzzeya navçeya Îdlibê kom bû, slav dan Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û ji Serokomar Recep Tayyîp Erdgan ra jî slav şandin.
Di destê kesên kom bûbûn da alayên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û pankartên bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin Daret Îzzeyê" hebûN.
Dema esker nêzî gelê herêmê bû wan drûşmeyên wek "Sûriye û Tirkiye heval in", "Em hemû ji Erdogan hez dikin", û "Xelq Birêz Erdogan dixwaze" berz kirin.
Ji çalakvanan yekî di axaftina xwe da got: "Em ji ber hatina birayên xwe yên tirk gelekÎ kêfxweş in. Bi xêr hatine. Slav li ser wan kesan be ku ji bo vî gelê hanê her tişt temîn kirine. Erdogan her bijî, ew nûneriya mirovahiyê dike. Bila PKK qehir bibe."