Elif Orhan
14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Fermandariya Lîvaya Pêyadeya Mekanîzeyê ya 70emîn a Mêrdînê ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan berdestê êvarê hat Mêrdînê û li Fermandariya Lîvaya Pêyadeya Mekanîzeyê ya 70emîn a Mêrdînê lêkolîn kir.
Erdogan ji rayedaran agahî hildan û piştî lêkolînên xwe bi eskeran re fitar kir.