02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîr Almanyayê Angela Merkelê re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê de li ser mijarên herêmî û têkiliyên dualî sekinîn.
Di axaftinê de li ser boçûna di mizakereyên Qibrîsê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin, dan zanîn ku di axaftinê de di serî de rewşa mirovahiyê ya li Helebê li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê sekinîn.
- "Em li giravê piştgirî didin çareseriyeke adil, mayîne û berfireh"
Her du serokan bal kişandin hewce dike ku lez bidin hewldanên ji bo ku arîkariyên mirovahiyê bigihînin Helebê.
Di axaftinê de Serokomar Erdogan der heqê mizakereyên Qibrîsê de got ku Tirkiye ji mêj ve li Giravê piştgirî dide çareseriyeke ku wekhev mafê her du aliyan diparêze, adil, mayîne û berfireh.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di mijara penaberan de divê Yekîtiya Ewropayê berpirsyariyên ku dikeve ser milê wê bi cî bîne.
Di axaftina Erdogan-Merkelê de mijara têkoşîna dijî terorê jî hat rojevê. Di vê çarçoveyê de Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wek Tirkiye ji Almanyayê hêvî dikin ku di serî de PKK û FETOya rêxistinên terorê di miajara astengkirina fealiyetên rêxistinên terorê û çavkaniyên wan ên makî de têkoşîneke çalaktir bidin.
Ji ber ku Almanyayê serokatiya heyamê ya G-20ê dewr girt Merkelê pîroz kir.