Sevim Hatun
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyeke têlefonê bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîîyê re axivî.
Serokomar Erdogan got ku îxlalkirina mafên mirovan a li dijî misilmanên Arakanê zêde bû, ev yek di serî da welatên misilman li hemûyê dinyayê bû sedema fikaran. Serokomar Erdogan û Aung San Suu Çîîyê di serî da li ser mijara çareserkirina krîza heyî û meseleyên wek gihandina alîkariya însanî sekinîn.
Erdogan bi bîr xist ku Tirkiye terorê jî, operasyonên ku sivîlên bêsûc û guneh hedef digirin jî şermezar dike û bal kişand ser meseleyê û got tirsa wan ev e ku ev bûyer mezin bibe û bibe sedema krîzeke însanî ya mezin.
Erdogan got ku Tirkiye piştgiriyê dide hewlên ji bo çareserkirina krîzê û ji bo zirar negihêje sivîlan lazim e hesas tevbigerin.