Önder Beyter
11 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
PARÎS
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di şîva ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va ji bo xatirê serokên dewlet, hikûmet û dezgehên navneteweyî û jinên wan hat dayîn da qederekê sohbet kir.
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ku wekî mêvanê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê ne da ku beşdarî çalakiyên ku dê bi minasebeta 100emîn salvegera Peymana Agirbestê ku dawî li Şerê Cihanê yê Yekemîn anî, bên lidarxistin bibin. Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan li vê derê derbasî Muzeya Orsayê bûn.
Serokomar Erdogan ku beşdarî resepsiyona pêşangeha bi navê "Picasso Bleu et Rose" bû, dû ra derbasî şîva ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va ji bo xatirê serokên dewlet, hikûmet û dezgehên navneteweyî û jinên wan hat dayîn, bû.
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan gava derbasî Muzeya Orsayê bûn, silav dan çapemeniya Tirk û biyanî.
- Erdogan û Trump qederekê sohbet kir
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê di gera muzeyê da bi Serokomarê Moldovayê Îgor Dodon û jina wî Galina Dodon ra sohbet kirin.
Di şîva ku Serokomarê Fransayê Macron da da Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump li kêleka hev rûniştin.
Erdogan û Trump qederekê sohbet kir.