Elif Orhan
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan beşdarî weşana zindî ya CNN Turkê bû û bertek nîşanê hewldana eskerî kir û gel dawetî meydanan kir.
"Ev koma biçûk bila bi tank û topên xwe bên û ji gelê me re çi dike bila bike."
"Ez niha wek Serokomar vê yekê bi awayekî eşkere dibêjim, ez bangî hemû mensûbên partiya ku ez damezrînerê wê me, bangî gel bi xwe yê ku îradeya neteweyî pêk tînin dikim ku dakevin meydanan û em ê li meydanên bajarên xwe bi gelê xwe re mil bi mil bin û dersa hewcedar wir bidin van kesên ku ev hewldan kirin."
"Anuha ku wan tank, top, balafir û helîkopterên ku bi îmkanên millet di dest wan da ne, pê bên ser millet wê berdêla wê bi giranî bidin. Di vê mijarê da ez weke serokomar û herwiha serokwezîrê me û hikûmeta me çi pêwîst be emê wê bikin."
"Tirkiye welatek wiha nîn e ku bi van serhildanan bi erzanî bê firotin û ji Pensilvanyayê bê îdarekirin"
"Dijî vê tevgera serhildanê ya ser îradeya neteweyî tabiî kî hiqûq, qanûnên me, destûra me ya bingehîn çi hewce dike bersiva vê yekê berî her tiştê bila ev rêxistin hezkî bila di nav Hêzên Çekdar de be, hezkî bila komeke kêmnetewe be hezkî bila di nav saziyên me yên din de be dê bersiva hewcedar bistînin."
"Teqez vir prensîba emir û qomutayê naxebite. Niha prensîba emir-qomutayê bi temamî hatiye rawestandin, hatiye binpêkirin û kesên di nav xeleke emir qomutayê de niha mixabin ku kesên kêmraye hember kesên payebilind pêngav avêtine. Jixwe li vî welatî ez wek serokê gel ez Serokomar im û di heman demê de serqomutan im. Jixwe daraz bersiva hewcedar dê bide kesên ku pêngavên ez wek serqomutan haya min jê tune avêtine."