24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
KUWEYT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Kuweytê bi balafira taybet "TUR" va di saet 11.10an de çû Dohaya paytextê Qeterê.
Mîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ehmed el-Cabîr es-Sabah li Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê Serokomar Erdogan bi rê kir.
Serokwezîr Şêx Cabîr Mubarek Hamad el Sabah, Wezîrê Karên Derva Şêx Sabah Khaled Hamad el Sabah, rayedarên ji Kuweytê û Murat Tamerê Balyozê Tîrkiyeyê yê Kuweytê jî li balafirgehê amade bûn.
Serokomar Erdogan bi jina xwe Emîne Erdogan, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Parastinê Nurettîn Canîklî û Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan va ji Kuweytê veqetiya.