01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ENTEBBE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareteke fermî çû Ugandayê û li wê derê ji aliyê Serokomar Yowerî Musevenî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Merasim li Qesra Serokomariyê ya li Entebbeyê hat kirin û sirûdên millî yên her du welatan hatin gotin. Piştî ku Erdogan silav da qita merasimê, 21 pare top hatin avêtin. Piştî pêşwazîkirinê her du serokomaran heyetên xwe bi hevdu dan nasîn.
Piştî ku reqqasên ugandayî bi cil û bergên xwe yên herêmî va reqs kirin, Erdogan û Musevenî tenê civiyan.