01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û fermandarên pê ra li Şirnex û Nisêbîna navçeya Mêrdînê li ciyê ku operasyon dewam dikin, lêkolîn kirin.
Li gor agahiyan Orgeneral Akar do piştî Tetbîqata Hevbeş û Yekbûyî ya Efes-2016yê çû herêmên ku operasyonên li dijî rêxistina terorê dewam dikin.
Digel fermandarên din Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Galîp Mendî jî bi Akar ra çû herêmê.
Akar di çarçoveya serdana xwe da li Şirnex û Nisêbînê der barê operasyonan dewam dikin da agahî hilda û lêkolînan kir.