Elif Orhan
01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
KAMPALA
Serokomar Erdogan NYyê rexne kir û got ku "Ev pênc endamên daimî qedera dinyayê diyar dikin. Di nav van endamên daimî de ji Afrîkayê tu welat tune, welatekî ku gelê wî misilman e tune û rêxistinekî ku parzemîn bêhevseng têşe digire li dinyayê nikare ku edaletê belav bike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî merasima îmzeyê ya ku bi Yowerî Museveniyê Serokomarê Ugandayê re serokatî kirin civîna çapemeniyê li dar xist û got ku ji Tirkiyeyê ziyareta ewil a Ugandayê ya di asta serokomar de wî kir û ji ber vê yekê jî kêfxweş e.
Erdogan diyar kir ku terorîzm li Afrîkaya Rojhilat îstiqrarê tehdît dike û da zanîn ku di vê mijarê de girîngî didin ser sê serenavan ev mezhebperestî, nijadperestî û terorîzm e.
Rojnamevanekî pirsa "Tirkiye û Uganda di fealiyetên aştiyê yên li Somaliyê de rolekî gelekî aktîf dilîze. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) budçeya ku razand vir kêm kir. Hûn di vê mijarê de der heqê xebatên ku li Somaliyê hatin kirin de dikarin çi bibêjin?" kir. Li ser vê pirsê Serokomar Erdogan da zanîn ku rast nabîne ku NYyê budçeya Somaliyê kêm kiriye.
- "Divê di NYyê de endamtiya daimî ya ku digere hebe"
Erdogan got ku "Welatekî ku teror wî tehdît dike di astekî wiha de tenê serê xwe hiştin xeletiyeke gelekî mezin e. Em Neteweyên Yekbûyî çawa pêngavek biavêje bila biavêje, me heta îro Somalî tenê nehişt. Ji sala 2011an vir ve em biryardar in ku tenê nehêlin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ya girîng têkiliya bi welatên pêşketî yan jî pêş dikevin nîne, ya girîng ew e ku destê arîkariyê dirêjî welatên zêde pêş neketine yan jî gelek paş mane bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev pênc welatên ku welatên herî hêzdar ên dinyayê tên hesibandin, endamên daimî ne û ev pênc endamên daimî qedera dinyayê diyar dikin. Heke mirov bala xwe bidê di nav van endamên daimî de ji Afrîkayê tu welat tune. Welatekî ku gelê wî misilman e tune û rêxistinekî ku parzemîn bêhevseng têşe digire li dinyayê nikare ku edaletê belav bike. Em nikarin bibêjin ku 'Efendim welatên berwext hene". Tu fonksiyona endamên berwext wir tune. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de hesasiyet nîşan bidin, endamtiyekî daimî ya ku diguhere, ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wêdetir li Konseya Ewlehiyê bi cî bike."
- "Tirkiye bi saya serokatiya xwe ya nûxwaz gelekî pêş ket"
Museveniyê Serokomarê Ugandayê jî têkiliyên Afrîkayê ya Tirkiyeyê destnîşan kir û got ku "Serokatiya Tirkiyeyê ne tenê ji bo Ugandayê ji bo welatên Afrîkayê yên din jî çavkaniya îlhamê ye. Tirkiye bi saya serokatiya xwe ya nûxwaz gelekî pêş ket."
Musevenî diyar kir ku nêrîna her du welatan a der heqê mijaran de wekî hev e û destnîşan kir ku mezhebparêzî ji bo civakan dafikeke mezin e.
NYyê para piştgiriya fona ku ji bo îstiqrara li Somaliyê hatiye veqetandin kêm kir û vê yekê jî ji Musevenî pirsîn û xwestin ku binirxîne. Musevenî li ser vê yekê wiha axivî:
"Em di nav xwe de bêyî YE û Neteweyên Yekbûyî jî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo min a girîng rewşa welatên wekî Tirkiye û Ugandayê yên dema ku dewleta Somaliyê û saziyên wê dema pêş dikevin de piştgirî didin gelê wî ye."