16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Îsmaîl Kahramanê Serokê Meclisê ji bo referanduma guherîna qanûna bingehîn raya xwe avêt.
Kahraman li sandiqa bi jimara 1140î ya li Dibistana Seretayî ya Çankayayê dengê xwe da û merhebatî da wezîfedarên sandiqê û welatiyan.
Kahraman daxuyanî da nûçegihanan û wiha got:
"Rojeke rind e. Her tim xwenîşandana îradeya neteweyî û ligor wê rêvebirin aliyê rind ê demokrasiyê ye. Dibê em her tim hînî referandumê bibin. Xwedîsozê herî mezin gel e. Ji xwe demokrasî tê meneya 'demokrats'ê yanê îqtidara gel. 'Demos' gel e 'kratos' îqtidar e. Dibê wisa be û Tirkiyeya me di nav demokrasiyê da bigihîje rojên baş. Me dengê xwe da, bira bi xêr be bi ber û bereket be."
Kahraman paşê ji xwendingehê derket.