08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
MALATYA
Serokwezîrtî bû midaxilê doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Malatyayê tê dîtin û tê da 76 bersûc tên darizandin. Fermandarê Artêşa 2yemîn yê wê demê Adem Hudutî, Sererkanê Artêşa 2yemîn Avnî Angun û leşkerên birutbe jî di nav da ne.
Rûniştina dozê serê sibê li Salona Sporê ya Yakincayê dest pê kir. Serokê Dadgehê Vedat Koç got ku daxwaznameya midaxilbûna dozê ya Serokatiya Xizmetên Hiqûqê ya Serokwezîrtiyê pêşkêşî dadgehê kirin.
Heyeta dadgehê "li ser daxwaza ku ji sûc zirar dîtiye" midaxilbûna Serokwezîrtiyê ya doza hewla derbeyê bi yekdengî qebûl kir.