08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da 40 kes ji ber wê îdiayê ku hinek jê leşkerên endamên FETO/PDYyê ne, hinek jê jî sivîlên berpirsên wan in, hatin binçavkirin.
Di çarçoveya 2 lêpirsînên ku bi destê Buroya Teror û Sûcên Rêxistinkirî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin da der heqê 145 kesên ku tê îdiakirin, hinek jê leşkerên endamê FETO/PDYyê ne û herwiha hinek jê jî sivîlên berpirsên leşkeran in da biryara binçavkirinê hat derxistin. Eşkere bû ku di nava berşikan da bikarhênerên ByLockê jî hene.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li ser telîmata dozgeriyê ji bo desteserkirina berşikan li 22 parêzgehan operasyoneke hevdem li dar xistin.
Hat ragihandin ku di serdaavêtinên heta niha da 40 kes hatin binçavkirin û ji bo qefaltina berşikên mayîn jî operasyon berdewam e.