19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku operasyona Mûsilê ya ku dijî DEAŞa rêxistina terorê dan destpêkirin dê "dijwar" derbas bibe û gelek kes dê ji cihê xwe bibin û got ku "Hember qeyraneke mirovahiyê ya muxtemel me planên xwe yên bi qasî planên eskerî û binesaziya xwe ava kir."
Serokê DYAyê Obama li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku piştî hevdîtina wî ya bi Matteo Renziyê Serokwezîrê Îtalyayê re bersiva pirsan da.
Obama li ser pirsa di operasyona Mûsilê de piştî ku bajêr ji DEAŞê paş ve bê sitandin dê çi be got ku rêxistina terorê li bajêr tehdeyê li gel dike, hewcedariyên bingehîn ên wekî cêyran û avê zêde bûne.
- "Gelek kes dê ji cihên xwe bibin"
Obama da zanîn ku gel ji malên xwe direvin û wiha axivî: "Gelek kes dê ji cihên xwe bibe. Ev hemû parçeyeke pêvajoya plankirina koalîsyona miştereken a bi saziyên arîkariyê yên mezin û NYyê re ye û me hember qeyraneke mirovahiyê ya muxtemel planên xwe yên bi qasî planên eskerî berfireh û binesaziya xwe ava kir."
Obama der heqê hûrguliyên planên xwe de agahî nedan û got ku "Heke gelek kes mecbûr bimînin ku birevin bêguman dê hin bûyerên ku dilê mirov dişewitînin jî biqewimin."
Obama destnîşan kir ku ev mijar li çapemeniya Amerîkayê zêde cî nedît û nirxandina "Heke em bi ser nekevin ku arîkariya gelê ji rêzê yê ku ji DEAŞê direve bikin em ê piştî ku Mûsil hat rizgarkirin em ê hember paş de vegerîna rêxistinê qels bimînin."
Obama got ku "Operasyona Mûsilê dê şereke dijwar be" û qal kir ku dê encamê de serkeftin bê bidestxistin.
- Serokwezîrê Îtalyayê Renzî: "Em wekî DYAyê difikirin"
Serokwezîrê Îtalyayê Renzî jî da zanîn ku welatê wî di mijara Mûsil û têkoşîna dijî DEAŞê de wekî DYAyê difikire.
Renzî bi bîr xist ku eskerên Îtalyayê piştgirî didin operasyona parastina bendava Mûsilê û bal kişand gelek girîng e ku bendav saxlem bimîne.