10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşa fikr û ramanan a Bloombergê gotareke bi navê "Parastina Mîrateya Mihemed Elî" nivîsand.
Erdogan di gotara xwe da wiha dibêje, "Dibe ku hûn bifikirin û bibêjin çima serokomarê Tirkiyeyê lê dixe û tê merasima cinazeyê boksorekî ji Amerîkayê? Bersiv hêsan e: Ji bo ku li ser navê gelê Tirkiyeyê siyanet û hurmeta xwe nîşan bidim. Lewra divê çîroka wî ya bêhempa li vir neqede. Serokên dinyayê dikarin îdealên Elî pêk bînin, jê îlhamê bistînin û gelek pirsgirêkan çareser bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Mihemed Elî boksorekî balkêş û însanekî hêja bû û wiha dewam kir: "Ez jî wekî gelek kesên li Tirkiyeyê di salên 1970yî da bi şev bêxew dimam û ber destê sibehê ji bo pêşbirkên Louisvilleyê temaşe bikim radibûm. Mihemed Elî di nav her kesî da bû fîgurekî balkêş û efsanewî. Ev tiştekî wisa bû ku hunermendekî tirk pêşbirka Elî û George Foreman a di 1974an da ya bi navê 'Rumble in the Jungle' ji bo ku neyê jibirkirin stran çêkir û wekî ku lehengê kesên hejar bang lê kir."
Erdogan diyar kir ku însanên li dinyayê tenê ji boksoriya Elî hez nekirin û wiha got : "Ji ber kûrahî û helwesta wî ya polîtîk jî însanên li dinyayê ketin bin tesîra wî."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Elî ji bo li gor baweriya xwe tevbigere red kir ku di artêşa Amerîkayê da cî bigire û tevlî şerê Wîêtnamê bibe û wiha got: "Ji ber vê jî ji hêla madî, ceza, heps û nav û deng da zirareke mezin dît. Elî got tu derd û meseleyeke min bi gelê Wîêtnamê ra tuneye. Ji bo ku zirarê bidin gelekî feqîr û bikujim, ez 10 hezar mîl ji mala xwe dûr nakevim."
Serokomar Erdogan ragihand ku Mihemed Elî piştevaniya merivan dikir, yekî wêrek bû û ew jî wek gelek kesan herî zêde ji bihevgirêdana Îslam û tundiyê aciz bû.
Erdogan got ku piştî êrîşa 11 Îlonê tundî, nefret û êrîşa li hemberî misilmanan zêde bû û Mihemed Elî jî gelek li ber vê rewşê diket.
Mihemed Elî gotibû: "Îslam ne dînê kuştinê ye. Îslam tê meneya aştiyê. Ez nikarim li tevgera wan merivên ku li malên xwe rûdinên û misilmanan wek berpirsê vê yekê nîşan didin, mêze bikim." Serokomar ev hevok jî di axaftina xwe da parve kir û destnîşan kir ku heman rewş wek kampanya li hemberî komeke ku ji milyar û 700 milyon kesî pêk tê hat meşandin.
"Serokên dewletan dikarin ji Mihemed Elî îlhamê bistînin"
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha domand: "Serokên dewletan li hemberî pirsgirêkên ku îro mirovahî rû bi rû ye û ji ber newêrekiyê nikarin li ser wan meseleyan bisekinin dikarin ji Mihemed Elî îlhamê bistînin. Peyamên wî yên aştî, azadî û hevkariyê jî hin polîtîkayên asayî yên Tirkiyeyê îşaret dike. Tirkiye di sala 2011î da polîtîkaya li hemberî penaberên Sûriyeyê derê xwe vekir û di çarçoveya wê polîtîkayê da ji 3 milyonî zêdetir kesî ezimand û ji bo hewcedariyên wan ji 10 milyar dolar pere xerc kir. Îstifadekirina wan a ji xizmetên tenduristî, perwerdehî û kar hînbûnê hê jî dewam dike. Mixabin alîkariya civakên navneteweyî bi qasî qismekî butçeya mirovahiyê ya Tirkiyeyê ye."
Erdogan bi bîr xist ku civakên ku endamên wê wekhev in li dinyayê civakên herî hêzdar in û got ku Mihemed Eliyê endamê cimaeta misliman a Amerîkayê jî rastî bêedaletî, cudakarî û tevgerên nerind hatiye.
Erdogan got, "Civakên misliman dibê tiştên ku hatin serê Mihemed Elî ji bîr nekin û ji bo ku xiristiyan û cihuyên di nav wan da xwe xerîb nehesibînin çi gav hewce dike biavêjin."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Ji sala 2002yan vir da Tirkiye dêr û sînagogên xirabe wek parçeyekê mîrata xwe dît û ji bo avakirina wan bi milyonan dolar pere xerc kir. Di sala 2007an da Dêra Xaçê Pîroz a ermeniyan ya li Axdamarê restore kir û ji bo xizmetê dîsa vekir. Sala par Sînagoga Mezin a Edirneyê ya herî mezin a li Ewropayê me restore kir û ji bo xizmetê vekir. Li serkeftinên pêşbaz Mihemed Elî ew ê zehf biaxivin. Lê belê dibê neyê jibîrkirin ku mirina wî nayê wê meneyê ku fikrên wî yê ji xwe ra bingehekê nebînin. Meseleyên ku Elî ji vir salan berê anî rojevê hê jî hene. Ji ber vê jî ji bo rûmeta şampiyonê gel dibê tesewira rêya rast, azadî, wekhevî û piştgiriyê her tim bê jiyandin."