31 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
CERABLUS
Li Cerablûsa herêma Sûriyeyê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê, Herekata Mertalê Firatê ya ku Hêzên Taybet ên TSK û hêzên hewayî yên koalîsyonê bi hev du ra li dijî terorê dabû destpêkirin dewam dike. Ji 24ê tebaxê vir va herêma nêzî 400 kîlometreyî ji terorîstan hat paqijkirin. OSOyê ciyê ku Ava Sacûrê digihîje Çemê Firatê tevî Taxên Ez Zahîriyah-El Yakubiyah-Hasansagir xistin kontrola xwe.
Di nav herêmên ku OSOyê xilas kir da ya herî girîng Cerablûsa navçeya Helebê ye. Li herêmê ciyên cuda kontrol tê kirin, herwiha li herêmê jiyana rojane jî ket rê. Li Cerablûsê xwediyê karxane û dikanan dikan û karxaneyên xwe vekirin, herwiha li nanpêjxaneyan jî nan tê lêxistin.
Li navçeyê welatî herî zêde diçin markêt û sebzefiroşan.
Li Cerablûsê li kuçeyan jî dezgeh vebûn, welatî li kuçeyan danûsitandinê dikin.
Hin niştecihên navçeyê ku naxwastin navê wan were eşkerekirin, salên di bindestiya DAEŞê da derbas kirin wekî "dojehê" bi navkirin. Ji niştecihan yek got ku di her warî da li wan zilm dihat kirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku riyê min qasî ku ew dixwazin dirêj nebibû 15 qamçî li min xistin."
Ji aliyê din va li navçeyê kontrola hêzên girêdayî OSOyê dewam dike.