Türkan Tosun
19 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
ANKARA
Di nav 8 mehên dawîn de 7 milyon biyanî hatin Stenbolê û bajêr geriyan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê hejmara turîstên ku hatin Stenbolê di meha tebaxê de zêde bû.
Li gor daneyên wezaretê di tebaxa 2017an de hejmara turîstên ku hatine Stenbolê li gor heman mehê ya par ji sedî 37 zêde bû û gihîşte milyonek û 247 hezar û 384 kesan.
Di nav 8 mehên ewil ên salê de jî hejmara turîstan li gor heman heyama par ji sedî 10,8 zêde bû.
Di navbera mehên çileya paşîn û tebaxê de 6 milyon û 952 hezar û 86 biyanî hatin Stenbolê. Li gor vê hejmarê herî zêde welatiyên Almanyayê, di rêza duyemîn de welatiyên Îranê û di rêza sêyemîn de jî welatiyên Erebistana Siûdî hatin Stenbolê.
Ev çend salên dawîn hejmara turîstên ereb ên ku tên Stenbolê her ku diçe zêde dibe.