31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Şûraya Leşkerî ya Bilind wê bi Serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim 2yê Tebaxê roja çarşemê li Koşka Çankayayê bicive. Xebatên şûrayê wê di rojekê de bên temamkirin.
Di civînê de hin wezîr wê cara ewil beşdar bibin û hin wezîr jî wê bi wezîfeyên xwe yên nû wê di maseyê de cih bigirin.
Di civînê de xebat û têkoşîna li dijî FETOyê wê bên axaftin û wê hin biryarên giring bên dayîn. Ji bilî van der barê hin terfiyên albay, general û amîralan de wê biryar bên dayîn.
Biryarên civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind wê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bên tesdîqkirin û paşê wê bikeve rewacê.