31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di operasyonên li dijî PKKa rêxistina terorî yên ku di navbera 24 û 31ê Tîrmehê hatin kirin de hat kirin da li giştiyê welêt 35 terorîst berterefkirin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku li giştiyê welêt di operasyonên navbera 24 û 31ê Tîrmehê hatin kirin de 17 terorîst hatin kuştin, 7 sax hatin girtin û 11 terorîst jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Di operasyonan da bi îdiaya ku alîkarî û piştgirî dane rêxistinê 243, bi îdiaya ku bi DEAŞa rêxistina terorî ra têkildar in 57, di çarçoveya têkoşîna Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da 593, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorî yên çepgir da jî 28 bersûc hatin binçavkirin.
Di operasyonan da ji terorîstan 17 hatin kuştin 7 sax hatin girtin, 11 jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li Bîngol, Wan, Şirnex, Hatay û Diyarbekirê 26 şikeft û hewîngehên rêxistinê û 37 teqemeniyên tê de ku bi dest hatine çêkirin hatin îmhakirin.
Di operasyonan da 600 kîlo madeya teqemeniyê, 165 bombeyên destan, 38 jê giran û lûledirêj 44 çek jî hatin bidestxistin.