12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Hejmara kesên ku di teqîna li meydana yekeyên Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê çêbibû da şehîd ketin gihîşt 3yan.
Li gor agahiyên ku hatin standin, piştî teqîna li meydana yekeyên Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê ekîbên AFADê xebatên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê domandin, di encama lêgerînê da gihîştin cenazeyê polêsekî. Bi vî cenazeyî va hejmara şehîdan gihîşte 3yan.
Ji bo polêsê şehîd û personelekî sivîl ê şehîdketî îro li hewşa Midûriyeta Ewlekariya Bajêr merasim ê be kirin.
- Bûyer
Li meydana yekeyên Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê ya li Baxlara navçeya Diyarbekirê teqînek çêbûbû, di teqînê da Yunus Elaltunterinê personelê sivîl şehîd ketibû û do bi merasimê va cinazeyê wî li bajêr hatibû binaxkirin.
Personelekê sivîl ê ku birîndar ketibû jî bi şev li nexweşxaneyê ligel hemû midaxeleyan şehîd ketibû.