03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ya ku lê operasyonên li hember rêxistina terorê qediyan, welatiyan muqabele xwendin û bi dilrehetî îbadetên xwe dikin.
Li navçeyê piştî operasyonên ku di 14ê adarê de dabûn destpêkirin qediyan, hêzên ewlehiyê xebatên lêgerînê didomînin.
Di meha remezanê de li navçeyê welatî hatin mizgefta Şêx Reşîd û nimêja nîvro kirin. Piştî nimêjê mutfiyê navçeyê Îrfan Açik waz da cimaetê û welatiyan muqabele guhdar kir.
- "Çiqas ji destê me tê em terka edetên xwe nakin"
Muftî Îrfan Açik ji nûçegihanê AAyê re got ku muqabele tê meneya li hember hevdu xwendin û guhdarkirinê û sinet e.
Açik wiha axivî: "Ev kevneşopî bi sedsalan e dewam dike. Em jî hewl didin sineta Pêxemberê me dewam bike. Li Nisêbînê jî ev kevneşopî dewam dike. Elhamdulîllah birayên me jî vê wezîfeya xwe baş bi cih tînin. Çiqas ji destê me tê em terka edetên xwe nakin."
Meleyê mizgeftê Ahmet Denîz jî got ku ew qîmetê didin vê sineta Pêxember û wiha dewam kir: "Di vê meha remezanê de jî li mizgeftê muqabele hat xwendin. Cimaeta me ji Xwedê re şikir her tim li cem me ye."
Ji welatiyan Mehmet Kaya jî got ku ew hewl didin li mizgeftê îbadetê xwe bikin.