03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
AŞDOD
Keştiya Lady Leyla ku bi diruşma "Keştiyê qenciyê diçe Xezeyê" derketibû rê, piştî 35 seatan gihişt Bêndera Aşdodê.
Piştî peymana navbera Tirkiye û Îsraîlê, keştiyeke bi navê Lady Leyla bi mebesta birina alîkariya mirovî ji bo Xezeyê ji Bêndera Nêvdewletî ya Mersînê derketibû rê piştî 35 seatan kete Bêndera Aşdodê ya Îsraîlê.
Keştî ji aliyê Meslehetguzarê Tirkiyeyê yê li Tel Evîvê Cem Utkan, Şêwirmendê Balyoz Yavuz Kaymak, cîgirê Berdevkê Wezareta Karê Derva yê Îsraîlê Oren Rozenblat û hinek rayedarên din va hat pêşwazîkirin.
Di nava keştiyê da 11 ton kelûpelê alîkariyê, bi bihayê nêzîkî 25 milyon dolar ku bi hevkariya AFAD û Heyva Sora Tirkiyeyê hatibû berhevkirin, heye.
Ew kelûpelên alîkariyê ku ji 13 hezar û 775 pakêtên xurekê, 5 hezar ton arvan, 3 hezar ton şekir, 2 hezar ton birinc, 500 ton rûnê gulaberberojê, 100 hezar perçe cil û berg, 20 hezar cot pêlav, 10 hezar û 104 pêlîstok û hezar û 500 hefadê zarokan pêk tê, piştî temambûna karûbarê daxistinê, bi kordîneya Heyva Sora Tirkiyeyê wê biçe Xezeyê û li xwedan pêdiviyan bê belavkirin.