06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
ANKARA
Di operasyona 30yê Tîrmehê ku ji hêla Fermandariya Cendermeyan ya Bajêr a Tunceliyê li Akdîka gundê navçeya Pulumurê hat lidarxistin da Musa Çetînerê bi navê "Çetîn Kombat" ê ku qaşo berpirsyarê qada Dêrsimê bû û navê wî di lîsteya kesên ji ber terorê lê digerin da bû û di kategoriya "sor" da cih digirt, hat berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî testa DNAyê ya terorîstê ku di operasyona 30yê tîrmehê li gundê Akdîkê hatibû berterefkirin, hat kirin.
Di encama DNAyê da derket holê ku ew terorîstê berterefkirî Musa Çetîner e, bi navê "Çetîn Kombat" dihat naskirin, qaşo berpirsyarê qada Dêrsimê bû û ji bo qefaltin û berterefkirina wî bi qasî 4 milyon lire xelat hatibû kifşkirin.
Navê wî di lîsteya kesên ji ber terorê lê digerin da cih digirt û ew di kategoriya "sor" da bû.
Der heqê Çetînerê terorîst da endamtiya rêxistina terorê, mêr kuştin, li dijî dewletê derketin, bi armanca parçekirina welêt tevgerîn jî di nav da ji ber 10 sûcî biryara girtinê hebû.