13 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ŞIRNAK
Cesedê Nacî Adiyamanê Serokê Şaxa Ciwanan yê Navçeya Beytuşebabê yê AK Partiyê ku li rêya Şirnex Beytuşebabê ji aliyê terorîstên PKKyî yê ku rê birîn ve hatibû revandin, hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin cesedê Adiyamanê Serokê Şaxa Ciwanan yê Navçeya Beytuşebabê yê AK Partiyê ku terorîstên PKKyî li mewqiya Hîsarkapiyê ya gundê Ayvalikê yê navçeya Beytuşebabê rê birîn û ew revandin, kîlometroyek dûrî cihê ku bûyer lê qewimî hat dîtin.
Cesedê Adiyaman ji bo ku otopsiyê bikin rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Beytuşebabê.
Operasyona ku hêzên ewlehiyê ji bo dîtina Fîkret Adiyamanê revandî dan destpêkirin, li herêmê berdewam dike.
Terostan Fîkret û Nacî Adiyamanê ku di wesayîteke ku diçû gundê Ayvalikê û hêj plakaya wê nehatiye hînbûn de bûn, ji wesayîtê peya kiribûn û wesayît şewitandibûn û Fîkret û Nacî Adiyaman revandibûn.
Hat ragihandin ku Fîkret û Nacî Adiyaman biraziyê Tahîr Adiyamanê ji mezinên eşîra Jirkiyê ne.