22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Navneteweyî (FIFA) rêza dinyayê ya vê mehê jî eşkere kir û Arjantîn wek meha borî dîsa di rêza ewil da ma, Tirkiyeya ku di rêza 24emîn da ye jî cihê xwe parast.
Di lîsteyê da rêza 20 tîmên ewil neguherî û piştî lîderiya Arjantînê, Brezîlya di rêza duyemîn da û Almanya jî di rêza sêyemîn da cih digire.
Reqîbên Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ya ku di Koma Iyê ya Kifşkirinên Ewropayê ya Kupaya Dinyayê ya FIFAyê da cih digirin Hirvatistan di rêza 14an da, Ukrayna di rêza 30yî da, Fînlandiya di rêza 94an da û Kosova jî di rêza 165an da cih digirin.
Tirkiye di vê rêzkirina meha kanûnê da di rêza xwe ya 24an da ma.
Di rêzkirinê da 10 welatên ku cih digirin ev in:
| Rêz | Tîm | Puan | Guherîn |
| 1 | Arjantîn | 1634 | - |
| 2 | Brezîlya | 1544 | - |
| 3 | Almanya | 1433 | - |
| 4 | Şîlî
| 1404 | - |
| 5 | Belçîka
| 1368 | - |
| 6 | Kolombiya | 1345 | - |
| 7 | Fransa | 1305 | - |
| 8 | Portekîz | 1229 | - |
| 9 | Uruguay | 1187 | - |
| 10 | Spanya | 1166 | - |