ÎSTANBUL
Têkela Stêrên Herêmî di "Pêşbirka Rêzgirtina Şehîdan" a ku Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û Weqfa Yekîtiya Kûluban bi himayeya Serokomariyê li dar xistin û dê hemû dahatên wê ji bo malbatên şehîdan bê bexşandin Têkela Stêrên Biyanî 4-3 têk bir.
Pêşbirk li Vodafone Arenayê hat lîstin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî pêşbirkê teqîb kir, di pêşbirkê de Tîma Stêrên Herêmî ya 22 kesî ji Tolga Zengîn, Oguzhan Ozyakup, Olcay Şahan (Beşîktaş), Volkan Babacan, Yalçin Ayhan, Emre Belozoğlu (Medîpol Başakşehîr), Abdulazîz Demîrcan (Atîker Konyaspor), Ahmet Yilmaz Çalik, Selçuk Şahîn (Gençlerbîrlîgî), Elyasa Sume (Gazîantepspor), Mehmet Topal (Fenerbahçe), Mahmut Akan (Kardemîr Karabukspor) Soner Aydogdu, Mehmet Akyuz (Akhîsar Belediyespor), Gokay Îravul, (Aytemîz Alanyaspor), Cem Ozdemîr (Adanaspor) Mehmet Ekîcî (Trabzonspor), Selçuk Înan (Galatasaray), Erdal Kiliçaslan (Osmanlispor), Serdar Ozkan (Antalyaspor), Turgut Dogan Şahîn (Kasimpaşa) û Umut Bulut (Kayserîspor) pêk hat.

Di Tîma Stêrên biyanî de kalevanê neteweyî Harun Tekîn jî hebû. Di tîma Stêrên biyanî ya ku bi Harun re ji 19 kesan pêk dihat de Fabricio, Talisca, Aras Ozbiliz (Beşîktaş), Musa Muhammed, Rotman (Medîpol Başakşehîr), Mîranda (Gazîantepspor), Josef de Souza (Fenerbahçe), Poko (Kardemîr Karabukspor), N'Guemo (Akhîsar Belediyespor), Abdoulaye Ba (Aytemîz Alanyaspor), Viera (Adanaspor), Chedjou, De Jong, Sneijder (Galatasaray), Szukala (Osmanlıspor), Eto'o (Antalyaspor), Shala (Kasimpaşa) û Kweuke (Çaykur Rîzespor) cî girtin.
Hemû lîstikvan di pêşbirkê de lîstin û pêşbirk wekî du dewreyên 30 deqîqeyî hat lîstin. Di deqîqeya 23yemîn a pêşbirkê de di Tîma Stêrên Herêmî de Emre Belozoglu gola penaltiyê avêt û Tîma Stêrên Herêmî nîva yekem 1-0 pêş xilas kir.
Di nîva duyem de Tîma Stêrên Herêmî di deqîqeya 35emîn de bi gola Selçûk Şahînd 2-0 pêş ket. Tîma Stêrên Biyanî di deqîqeya 37emîn de bi gola Josef de Souza ferq daxist yekî: 2-1. Tîma Stêrên Herêmî di deqîqeya 43yemîn de Mehmet Akyuz golek avêt û 3-1 pêş ket. Di deqîqeya 48emîn de Kweuke golek avêt û ferqê daxist yekî. Di deqîqeya 51emîn de ji Tîma Stêrên Herêmî Selçuk Înan dîsa golek aêvt û encam bû 4-2. Kwueke di deqîqeya 52yemîn de li ser navê Tîma Stêrên Biyanî golekî din avêt û skor bû 4-3.

- Piştî golan silava eskeran
Di pêşbirkê de hemû fitbolîstan piştî hemû golên ku hatin avêtin "silava eskeran" dan.
Fitbolîstên her du tîman di 7 golên ku hatin avêtin de jî hatin gel hev û silava eskeran dan û hevpar tevgeriyan.
Hakem Cuneyt Çakir jî beşdarî fitbolîstan bû. Çakirê ku pêşbirk bi rê ve bir jî piştî golên ku hatin avêtin çû cem fitbolîstan û silava eskeran da.

- Talîsca û Aras Ozbîlîz li sehayê ne
Fitbolîstên beşîktaşî Anderson Talîsca û Aras Ozbîlîz piştî seqetiyên xwe digel ku pêşbirka rapêşiyê bû cara ewil derketin sehayê.
- Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê "Pêşbirka Rêzgirtina Şehîdan" da
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê pêşbirka ku li Vodafone Arenayê ji bo ku dijî bûyerên terorê yên ku van demên dawîn diqewimin peyama yekîtî û bihevrebûnê bidin hat lîstin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî teşrîf kir dan.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Akîf Çagatay Kiliç, Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş, Serokê TFFê Yildirim Demîroren, Serokê Federasyona Basketbolê yê Tirkiyeyê Hîdayet Turkoglu, Weqfa Yekîtiya Kûluban Goksel Gumuşdag, Dîrektorê Fitbolê yê Tirkiyeyê Fatîh Terîm, serokên kûlubên Lîga 1emîn a TFFê û Lîga Superê, birêvebir û rahêner, malbatên şehîdan û ji alema siyaset, werzîş û hunerê gelek kes beşdarî pêşbirkê bûn. Di singê endamên protokolê de alaya tirkan hebû.
Organîzasyon ji bo nîşan bidin ku dijî êrîşên terorê yên ku di van demên dawîn de qewimîn ligel gel e û dijî terorê helwesteke hevpar nîşan bidin bi himayeya Serokomariyê hat kirin û welatî çend saet beriya pêşbirkê hatin trîbûnê. Digel şiliya zêde welatî welatî trîbunên Vodafone Arenayê dagirtin.
Di trîbunên ku rihê yekîtî û bihevrebûnê hebû de welatiyan bi formayên Fenerbahçe, Beşîktaş, Galatasaray, Trabzonsporê pêşbirk şopandin.

- Serokomar Erdogan ji bo destpêka pêşbirkê li gogê xist
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di "Pêşbirka Rêzgirtina Şehîdan" de ji bo destpêka pêşbirkê bi awayekî sembolîk li gogê xist.
- Hezkirina xwe nîşanê Erdogan dan
Welatiyên ku şahidiya vê şeva watedar kirin ji trîbunan hezkirina xwe nîşanê Serokomar Erdogan dan.
Erdogan demek kurt beriya pêşbirkê hat stadê û ji trîbunan di lehê Erdogan de tezahurat hatin kirin.
- Erdogan bi polêsan re sohbet kir
Serokomar Erdogan beriya pêşbirkê bi polêsên li sehayê re sohbet kir û bi wan re wêne kişandin.
Serokomar Erdogan piştî pêşbirkê jî bi fitbolîstên di sehayê de peywirdar û rahêneran re wêne kişand.
- 50 milyon lîre arîkarî hat berhevkirin
Di daxuyaniya ku beriya pêşbirkê hat dayîn de hat diyarkirin ku di çarçoveya organîzasyonê de 50 milyon û 630 lîre pere hat berhevkirin.
Dahatên sponsoriyê yên organîzasyonê, bexş û dahatên ku dê ji mafên weşanê bên bidestxistin dê bi saya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bibexşînin malbatên şehîdan.

- Ji kûlubên Lîga Super 5 milyon lîre
18 kûlubên ku di Lîga Super Toto ya Sporê cî digirin ji bo malbatên şehîdan bi tevahî 5 milyon lîre pere bexşandin.
- Ji bo şehîdan Qur'ana Pîroz hat xwendin
Li Vodafone Arenayê ji bo şehîdan Qur'ana Pîroz hat xwendin. Piştî xwendina Qur'ana Pîroz dia hatin kirin.
- Stad bi alaya tirkan hat xemilandin
Çar aliyê Vodafone Arenayê bi alaya tirkan hat xemilandin.
Welatiyên ku pêşbirk temaşe kirin tezahuratên wekî "şehîd namirin, welêt parçe nabe", "Recep Tayyîp Erdogan", "Welêt canê min ji bo te feda ye" kirin.

- Pankartan bal kişand
Di organîzasyonê de pankartên li trîbunan bal kişand.
Li trîbunan pankartên wekî "Li van axan bêhnok û niqte ji aliyê Reîsê Cumhur ve tê danîn...", "Îxanet a wan welêt a me ye", "Heke em bimirin şehîd, bimînin xazî", "Em hemû bi hev re Tirkiye ne", "Hemû bi hev re werin, ciwanî vir e", "Ew dê xilas bibin, ev gel tu carî", "Heta ku gel nebêje xilas bû xilas nabe", "Li her derê her dem gel bi te re ye", "Tu dê tu carî tenê nemeşî", "Tirkiyeya min rehet be, tu di destê ewle de yî" vekirin.
- Rahêner li heman kûlubeyê ne
Dîrektorê Fitbolê yê Tirkiyeyê Fetîh Terîm û rahênerên teknîk ên di Lîga Super a Spor Totoyê de jî beşdarî organîzasyonê bûn.
Digel Terîm ev rahêner di pêşbirkê de bûn:

Tolunay Kafkas (Akhîsar Belediyespor), Riza Çalimbay (Antalyaspor), Abdullah Avci (Medîpol Başakşehîr), Şenol Guneş (Beşîktaş), Hîkmet Karaman (Çaykur Rîzespor), Jan Olde Rîekerînk (Galatasaray), Îbrahîm Uzulmez (Gazîantepspor), Umît Ozat (Gençlerbîrlîgî), Igor Tudor, Harî Vukas (Kardemîr Karabukspor), Kemal Ozdeş (Kasimpaşa), Mustafa Reşît Akçay (Osmanlispor).
- Fitbolîst bi zarokên ku unîformaya polêsan li xwe kiribûn re derketin sehayê
Fitbolîst bi zarokên ku unîformaya polêsan li xwe kiribûn re derketin seramoniya pêşiya pêşbirkê.
Hemû fitbolîstên ku beşdarî organîzasyonê bûn bi zarokan re beşdarî seremoniyê bûn. Serokomar Recep Tayyîo Erdogan jî di seremoniyê de bi wezîr, birêvebir, rahêner, fitbolîst û polêsan re wêne kişand.
- Cuneyt Çakir pêşbirk bi rê ve bir
Hakem Cuneyt Çakir "Pêşbirka Rêzgirtina Şehîdan" bi rê ve bir.
Tarik Ongun, Bahattîn Duran arîkariya Çakir kirin û huseyîn Goçek jî hakemiya çaremîn kir.
news_share_descriptionsubscription_contact
