20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
KILÎS
Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik diyar kir ku li Baba navçeya Heleba Sûriyeyê gelekî texrîbat çêbûye, ji sedî 60ê bajêr xirab bûye û wiha xeber da, "Ji bo rakirina kavilan û normalbûna jiyanê emê ji Tirkiyeyê di warên wekî tenduristî, perwerde, alîkariya mirovî û xizmetên şaredariyê da gelek alîkarî bidin."
Kinik destnîşan kir piştî ku Bab ji rêxistina terorî DEAŞê hat paqijkirin û azadkirin, jiyan normal bû. Kinik got ku li herêmê 75 hezar kes dijî.
Herwiha Kinik bal kişand ku li Babê divê bilez xizmetên wekî av, ceyran û yên din ên sereke bên destpêkirin û wiha xeber da,
"Li Babê gelekî texrîbat çêbûye, ji sedî 60ê bajêr xirab bûye. Ji bo rakirina kavilan û normalbûna jiyanê emê ji Tirkiyeyê di warên wekî tenduristî, perwerde, alîkariya mirovî û xizmetên şaredariyê da gelek alîkarî bidin"