20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
DIYARBAKIR
Ji bo Onbaşiyê Pispor ê Cendirme Zînnur Ezîm û Yuzbaşiyê Cendirme Fuat Oguzcan ên ku di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî ya li Liceya navçeya Diyarbekirê de şehîd ketine, merasimek hat lidarxistin.
Merasim li Qişleya General Galîp Denîz hat lidarxistin, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî beşdarî merasimê bû.
Albay Bîlal Ozpinar di merasimê de got ku şehîdên qehreman wê her tim di dilê gel de bijîn.
Ozpinar destnîşan kir ku ji bo aramî û ewlehiya welêt, ji bo parastina komarê ewê her tim bibiryar bixebitin û têkoşîna wan a dijî rêxistina terorî jî wê dewam bike.
Piştî merasimê cenazeyê şehîd Oguzacan şandin Gazîentabê, cenazeyê şehîd Ezîm jî şandin Osmaniyeyê.
Ji bilî eqrebayên şehîdan Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Waliyê Elezîzê Murat Zorluoglu, gelek rayedarên leşkerî û mulkî jî beşdarî merasimê bûn.