20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez bawer dikim ku ji hêla bingehê va gelek hevbeşî di navbera siyaset û fitbolê da hene. Mîna sporê, kakilê siyasetê jî reqabet e, pêşbirk e. Qonaxa yekemîn a vê pêşbirkê, di wergirtina dengan da serketin e, qonaxa duyemîn jî piştî ku berpirsiyarî hat wergirtin, ji bo gel xizmetkirin e. Mîna fitbolê siyaset jî lîstika tîmê ye. Anku kadroyeke saxlem divê. Tîma ku ji plan, taktîk û stratejiyê mehrûm e, çawa şansê wê tune ku kûpayê bilind bike, herwisa jî siyasetmedar û partiyên siyasî yên ku di kîsikê wan da tu gotin tunebin, nikarin bi ser bikevin."
Serokomar Erdogan li Zîrveya Navneteweyî ya Fitbolê ya ku li Navenda Kongreya Xelîcê hat lidarxistin axivî.
Erdogan wiha got, "Li paytextê stadeke me ye nimûne tuneye. Emê Stada 19ê Gulanê birûxînin û şûna wê emê stadeke 40 hezar kesî ava bikin.
"Mîna sporê, kakilê siyasetê jî reqabet e"
Serokomar Erdogan bal kişand ku li gorî wî ji hêla bingehê va gelek hevbeşî di navbera siyaset û fitbolê da hene û wiha pê da çû, "Mîna sporê, kakilê siyasetê jî reqabet e, pêşbirk e. Qonaxa yekemîn a vê pêşbirkê, di wergirtina dengan da serketin e, qonaxa duyemîn jî piştî ku berpirsiyarî hat wergirtin, ji bo gel xizmetkirin e. Mîna fitbolê siyaset jî lîstika tîmê ye. Anku kadroyeke saxlem divê. Tîma ku ji plan, taktîk û stratejiyê mehrûm e, çawa şansê wê tune ku kûpayê bilind bike, herwisa jî siyasetmedar û partiyên siyasî yên ku di kîsikê wan da tu gotin tunebin, nikarin bi ser bikevin."
"Hin kes hene ku dixwazin bi siyaseta holîganî va encam bistînin"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand, "Herwekî ku di guhertina destûrê da qewimî, înşelah emê ji wan xilas bin, çawa ku holîganên fitbolê hene, em dibînin ku hin kes hene ku dixwazin bi siyaseta holîganî va encam bistînin. Kesên ku bi hêza fikrên xwe bawer nînin, serî li derew, îftira hetta şidetê dan."
Serokomar Erdogan bi pirsa "Bi nêrîneke tirsa ji gel û ji ciwanan ma dahatûya Tirkiyeyê dikare bê avakirin?", bala guhdarvanan kişand û wiha got, "Di rastiyê da dema van a jubileyê di siyasetê da ji zû ve hatiye, lê ew li ber xwe didin. Ji ber vê di hemû pêşbirkan da têk diçin. Beriya vê 7 caran têk çûbûn. Înşallah di 16ê Nîsanê da wê cara 8emîn têk biçin. Înşallah wê vê carê fêm bikin.
Çawa ku tundî û êrişkarî dikeve nav sporê rihê camêriyê ji holê radibe, dema ku derew, buxtan û şaşî dikeve nav siyasetê heman tişt dibe. Mixabin li welatê me em pir caran vî tiştî dijîn. Di nav jiyana xwe ya siyasî ya 40 salî de min li aliyekî xizmeta gelê me kir û li aliyê din jî min li dijî vê nêrîna siyasetê têkoşîn da. Dema kalîteya siyasetê zêde bû, yên ku hewl dan ne bi rêya sindoqê, bi rêya derbeyê, gefxwarinê, dek û dolaban û bi siyaseta talankirî ve desthilatê bi dest bixin, ji hêla gelê me ve hatin tesfiyekirin."