30 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2018
ANKARA
Pisporan anîn ziman ku tehdîda herî mezin a li hemberî yekîtiya axa Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê ye û têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî rêxistinên terorê ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê girîng e.
Welatên garantor Tirkiye, Rûsya û Îran her tim di civînên li Astanayê û Soçiyê da ji bo çareseriya siyasî ya rewşa li Sûriyeyê hewl dan û anîn ziman ku serxwebûn û yekîtiya axa Sûriyeyê divê bên parastin.
- "Derdekî YPG/PKKyê tenê ma ku dibêje 'Li hember Tirkiyeyê min biparêze"
Pisporê Ewlehî û Stratejiyê Abdullah Agar der barê vê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê rê li ber rêxistinê girt ku ew yekîtiya Sûriyeyê perçe bikin.
Agar wiha axivî: "YPG/PKK dema li bin pêşa Amerîkayê da bû ji rejimê daxwaza 'federasyon, konfederasyon, rêvebiriya herêmî, rêvebiriya serbixwe û kantonê dikir. Di vê muzakereya dawîn da behsa van tiştan nekir. Derdekî wê tenê ma ku dibêje 'Li hember Tirkiyeyê min biparêze."
Agar got Serokomar Recep Tayyîp Erdogan her tim girîngî da yekîtiya axa Sûriyeyê û di hevdîtinên bi Rûsyayê da jî ev tişt anî ziman ku jixwe Rûsya jî wisa difikire.
Agar destnîşan kir dinya û rejima Sûriyeyê bi têra xwe fêm nakin ka Tirkiye çawa hewl dide Sûriye neyê perçekirin û wiha dewam kir: "Li vir hemû mesele ew e ku bi destê YPG/PKKyê dewleteke garnîzon bê avakirin. Dixwazin hesabekî sed sal berê nîvco maye bê dîtin. Dema tovê PKKyê li ser van axan hat avêtin ji vir va di kongreyan da her tim behsa vê hat kirin. Hat gotin 'Ezê Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bi awayekî perçe bikim li vir qaşo dewleteke li ser nijadê ava bikim. Ev ne fikrê PKKyê ye, fikrê kesên tovê PKKyê avêtine ye."
Ji bo piştgiriya ku li YPG/PKKyê tê kirin jî Agar got bi tehdîda DEAŞê ra ev piştgiriya veşartî derket holê û wiha pê da çû: "Parzemîna Ewropaê dixwazî bila qebûl bike, an neke rêxistineke terorê diparêze, alîkariyê didê, bi rê va dibe û rê nîşanî wê dide."
- "Tirkiyeyê ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê ji Şamê zêdetir hewl dide"
Kordînatorê Xebatên Sûriyeyê ya Navenda Lêkolînên Rojhilata Navneteweyî (ORSAM) Oytun Orhan jî got dema mirov hêzên herêmî yên li Sûriyeyê û hêzên derva yên ji bo pirsgirêka Sûriyeyê dixebitin dinêhêre, mirov dibîne ku du hêzên yekîtiya axa Sûriyeyê tehdîd dikin hene, yek PYD û ya din jî YPG ye.
Orhan destnîşan kir Amrerîka di devê xwe da dibêje ew yekîtiya axa Sûriyeyê diparêze lê di tevgerên xwe da piştgiriyê dide YPG/PYD/PKKyê û bi tenê Tirkiye gavên berbiçav diavêje.
Orhan got Tirkiye li hemberî YPG/PKKyê operasyonên eskerî dike, ji bo Sûriyeyê navbera Tirkiye û mutefîqên wê NATO û Amerîkayê car caran xirab dibe û wiha dewam kir: "Herî dawîn dema behsa operasyona rojhilatê Feratê bû Amerîkayê biryar da ku ji Sûriyeyê vekişe. Ji ber vê hema bibêje Tirkiye ji Şamê zêdetir hewl dide ku yekîtiya axa Sûriyeyê bê parastin."
Orhan anî ziman rejima Şamê jî dît ku Tirkiyeyê rê li ber YPGyê girt ku bi destê wê li Sûriyeyê dewleteke wek li Bakurê Iraqê neyê avakirin, rejimê feydeya wê dît.
Hîndekarê Şaxa Makezanista Ewlehî û Terorîzma Navneteweyî ua Akademiya Cendirme û Ewlehiya Qeraxan Doç. Dr. Serhat Erkmen destnîşan kir ku Tirkiye ji serî va ne ku dibêje bira yekîtiya axa Sûriyeyê were parastin û Tirkiyeyê ev polîtîkaya xwe neguherand.
Erkmen diyar kir ku Operasyona Mertalê Feratê, Operasyona Çiqlê Zeytûnê û operasyonên li Îdlibê dide nîşan ku rola Tirkiye di vê mijarê da çi qas girîng e.
Erkmen daxuyand, welatên wek Rûsya û Îranê dizanin ku Tirkiye ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê çawa hewil dide û wiha dewam kir, "Lê hin welatên Rojavayê wisa nafikirin. Ya girîng ew e ku fikra welatên herêmê û welatên li Sûriyeyê gotina wan diçe pêş çi ye."
Alîkarê Kordînatorê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) Prof. Dr. Kemal Înat jî bi bîr xist ku Tirkiyeyê yekîtiya axa Iraqê jî parast û diyar kir, dema meriv lê mêze dike bê ka kê yekîtiya axa Sûriye û Iraqê tehdîd dike, di serî da PKK tê hişê merivan.
Înat destnîşan kir, sedema ku eskerên Tirk li Iraq û Sûriyeyê dimînin, parastina yekîtiya axa van herdu welatan e.
Înat li ser hebûna DEAŞ û YPG/PKKyê ya li herêmê sekinî û wiha dewam kir, "Ev herdu rêxistinên terorê li ber yekîtiya axa Sûriyeyê wek astengên herî girîng disekinin."
Înat got, "Mixabin mitefîqên me yên Ewropayî têkoşîna ku Tirkiye bi terorê ra dide fêm nake, ji ber ku fêm nake jî bi Tirkiyeyê ra tevkariyê nakin."
Înat bi bîr xist ku rejima Esed di salên 90î da pişgirî da PKKyê û wiha dewam kir: "Heke rejima Esed li ser îqtidarê bimîne -bi min divê nemîne- polîtîkaya wê ya PKKyê wê Tirkiyeyê aciz bike."
- "Li Sûriyeyê mesele azadî û meseleya yekîtiya axa Sûriyeyê ye"
Tirkiye di têkiliyên xwe yên dualî da, di civînên ser Sûriyeyê da û di platformên navneteweyî da destnîşan dike ku li Sûriyeyê PYD/YPG/PKK û DEAŞ di serî da divê bi rêxistinên terorê ra têkoşîne were dayîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê yekîtiya axa Sûriyeyê û parastina pergala wê ya unîter da biryardariya Tirkiyeyê destnîşan kir û wiha gotibû "Li Sûriyeyê mesele mseleya Kurd, Ereb, Tirkmenan nîne. Li Sûriyeyê mesele azadî û meseleya yekîtiya axa Sûriyeyê ye."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu duh piştî civîna li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi heyeta Ûrisan ra kir daxuyanî dabû çapemeniyê û wiha gotibû: "Wek garantorên Astanayê em yekîtiya axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî diparêzin û li hember hemû hewldanên ku dijî vê derdikevin in."