Abdullah Tel
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ANKARA
Bi biryara erêkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va waliyên 2 bajaran kişandin navendê û ji bo 4 bajaran jî waliyên nû hatin tayînkirin.
Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin Waliyê Kirklareliyê Orhan Çîftçî û Waliyê Sînopê Hasan Îpek hildan navendê.
Bi biryara tayînê Serokê Daîreya Karên Darayî û Îdarî ya Wezareta Karên Navxweyî Osman Bîlgîn ji bo Kirklareliyê, Qaymeqamê Sandikliyê Koksal Şakalar ji bo Sînopê, Sermufetîşê Mulkiyeyê Hasan Şildak ji bo Burdurê û Sermifetîşê Mulkiyeyê Îbrahîm Akin jî ji bo Kirşehirê wek walî hatin tayînkirin.