Fatih Gazioğlu
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ŞIRNAK
Dêra Mor Adaya ku li Basaka gundê Îdîla navçeya Şirnexê li hêviyê ye ku bê restorekirin.
Gundiyên Basakê di sala 1992an ji ber êrîşên rêxistina terorê gund terikandin. Piştî çûna gundiyan dêr bêxwedî ma û qismekî dêrê hilweşiya.
Mixtarê gundê Basakê Mehmet Sîrac Saglam daxuyaniyek da û got ku eger dêr bê temîrkirin li herêmê wê jimara turîstan zêde be. Saglam diyar kir ku dêr 400 salî ye û wiha got:
"Di sala 1992an gundê me ji ber bûyerên terorê hat xalîkirin. Piştî vê aliyekî dêrê hilweşiya û xirab bû. Em dixwazin Wezareta Çand û Turîzmê dêra me restore bike. Ev berhemeke baş e û wê bikêrî turîzmê jî bê. Hemû kes wê bibîne. Her sal ji bo dîtina vê dêrê ji Almanyayê gelek file û sûryanî tên."
Wekîlê Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajêr Ramazan Acar daxuyaniyek da û got ku bona temîrkirina dêrê divê gundî serî li Midûriyeta Herêmê ya Weqfan û Serokatiya Kar û Barê Diyanetê bidin. Acar diyar ki şibiya mizgeftan dêr jî bi arîkariya welatiyan tên restorekirin.