06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Esnafên ku ji ber bûyerên 6-7ê Cotmehê yên ku 2 sal berê bi hinceta Kobaniyê dest pê kirin û dikanên wan zirar dîtin, her çiqasî ji hêla madî va birînên xwe derman kiribin hê jî wê demê ji bîr nakin.
Bûyerên 6-7ê Cotmehê li ser banga Lijneya Navendî ya HDPyê 2 sal berê bi hinceta Kobaniyê dest pê kirin û di bûyeran da 2 polês şehît ketin û 31 kes mirin. Di bûyerên tundiyê da dikanên ku zirar dîtin bi alîkariya dewletê hatin çêkirin, lê esnaf dîsa jî wê demê ji bîr nakin.
- "Heta sax bim ji bîr nakim"
Salih Aslanê ku li Kayapinara navçeya Diyarbekirê esnaf e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê da alîgirên PKKya rêxistina terorê agir berdane dikana wî.
Aslan diyar kir ku ji ber bûyeran nekariye here dikana xwe û wiha got: "Qur'ana di dikanê da jî şewitandin. Karsazên li herêmê ji ber bûyeran reviyan. Hêvî dikim cardin bûyerên wiha çênebin."
Aslan destnîşan kir ku divê ji bûyeran ders were derixistin û wiha dewam kir: "2 sal di ser bûyeran ra derbas bûye lê jî di bîra min da ye. Heta sax bim ji bîr nakim."
- "Em mexdûr bûn"
Îrfan Çîftçiyê ku di çalakiyên bêdestûr da li Yênîşehira navçeya Diyarbekirê restorana wî hatibû şewitandin got ji ber êrîşên 6-7ê Cotmehê zehf li ber xwe ketin.
Çîftçî diyar kir ku bi tenê teseliya wan ew e ku di êrîşê da tiştek bi tu kesê li dikanê nehat û tundiyê qebûl nakin.
Çîftçî diyar kir ku gelek esnafan di êrîşê da zirar dît û wiha got: "Her aliyên Tirkiyeyê yê hemû welatiyan e. Her kes dikare bi yekîtî û hevrabûnê va bi bextewarî jiyana xwe bidomîne."
Çîftçî destnîşan kir ku naxwazin careke din dîsa bûyerên wiha biqewimin û got, "Em wê çaxê zehf mexdûr bûn. Sedem çi dibe bira bibe dibê tu kes serî li tundiyê nexe."
Zeynettîn Karaalpê ku di çalakiyên bêdestûr da li Qizilepeya navçeya Mêrdînê dikana wî hatibû şewitandin got ji ber bûyeran gelekî ber xwe ketin.
Karaalp diyar kir ku di êrîşan da gelek cî hatin texrîbkirin û naxwazin ku carekî dîsa bûyerên wiha biqewimin.
Karaalp wiha axivî:
"Wê çaxê ji ber nasnameya me ya îslamî dikana me jî şewitandin. Piştî wê pêvajoyê Xwedê jê razî be dewleta me qismeke zirara me da. Bira ev bûyerana bi dawî bibin. Em dixwazin ku gel jî guh bide vê serwext be. Em dixwazin ku hizûr, saedet û refah bê herêmê."
- "Xwedê wan rojan cardin nîşan nede"
Fuat Erogluyê ku li Sêrtê esnafiyê dike, diyar kir ku di 6-7ê Cotmehê da alîgirên rêxistina terorê dikana wî ya zêrfiroşiyê talan kirin.
Eroglu diyar kir ku bi saya pergala elerimê ew pê hisiya ku dikana wî hat talankirin û wiha xeberda, "Dema ez hatim ciyê kar, min dît ku êrîşkar ketine dikana kêlekê."
Eroglu herwiha got ku ekîbên polêsan li dikanê lêkolîn kirin û tespît kirin ku qedera 2 kilogram zêr hatiye dizîn. Eroglu diyar kir ku dewletê zirara wan tazmîn kir.
Herwisa Eroglu got ku xwepêşandaran sîlah dirêjî wî kirin û bal kişand ku ew naxwaze rojên bi vî rengî careke din vegerin.
Zêrfiroş Huseyîn Erçelîk jî got ku ew bi şev ji cîranê xwe hîn ku agir berdane dikana wî û diyar kir ku wî bi alîkariya leşkeran malê xwe ji dikanê derxist.
Erçelîk wiha qise kir, "Xwedê ji dewleta me razî be, zirara me tazmîn kirin. Gelekî zirara me çêbû, lê ji zirarê bêtir, dikana me zêdetirî salekî girtî ma."
Erçelîk wiha got, "Ji ber êrîşan civak serûbinî bû. Xwedê wan rojan cardin nîşan nede."
- Bûyerên 6-7ê Cotmehê
Li ser banga "derkevin kolanan" a Lijneya Giştî ya HDPyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demirtaş, alîgirên rêxistina terorê PKK/PYDyê bi hinceta Eyn el Erebê li 35 bajaran bûyerên tundiyê li dar xistinbûn, tê da 2 polês şehîd bibûn, li Diyarbekirê tevî Yasîn Boru û sê hevalên wî, 31 kes miribûn, 221 welatî û 139 polês jî birîndar bibûn.
Di encama êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek xanî, kargeh, dibistan, kevngeh û wargeh xirab bibûn. Ji ber bûyeran dewletê bi qasî 50 milyon lireyî zirara esnaf tazmîn kiribû. Herwiha hatibû tespîtkirin ku maliyeta bûyerên tundiyê ya li stûyê dewletê bêtirî 300 milyon lireyî ye.