10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
USKUP
Weşana makedonî ya Anadolu Agencyê (AA) ya ku di çarçoveya vîzyona sala 100emîn a damezrîna AAyê de di 9ê sermaweza 2015an de dest bi weşanê kir sala xwe temam kir.
Serwêsa AAyê ya Makedonî ya ku seranserê salekî ji Balqanan, Tirkiyeyê û dinyayê 9 hezar û 730 nûçe, 4 hezar û 683 wêne û 2 hezar û 311 dîmen weşand di demek kurt de di nav çavkaniyên nûçeyan ên herî girîng ên li Makedonyayê de cî girt.
Serwêsa Makedonî ya AAyê rojane wêne û dîmen jî di nav de rojane kêm zêde 45 nûçe diweşîne.
Weşana AAyê ya makedonî bi weşana arnawûdî re li Uskupê tê kirin, weşan bi taybetî piştî teşebûsa derbeyê ya biserneketî ya di 15ê tîrmehê de ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) û piştî wê bû yek ji çavkaniyên nûêeyan ên herî girîng ên li herêmê.
Anadolu Agencya ji bo ku bibe yek ji ajansên nûçeyan ên herî bi tesîr ên dinyayê bi biryardarî pêş dikeve digel tirkî bi îngilizî, erebî, BHS (boşnakî, hirwadî, sirbî), rûsî, kurdî, fransizî, arnawûdî, makedonî û farisî weşanê dike.