20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 24 Nîsan 2016
ANKARA
Ji dewletên cuda 15 xwendekarên ku li Tirkiyeyê di fakulteyên ragihandinê da dixwînin di çarçoveya bernameya "Hevdîtina Ragihênerên Ciwan" da hatin serdana Ajansa Anadoluyê (AA).
Xwendekar di çarçoveya bernameya "Hevdîtina Ragihênerên Ciwan" da ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çap-Weşanê (BYEGM) û Serokatiya Civakên Nas û Tirkên Derveyî Welêt (YTB) tê kirin hatin serdana AAyê û li Maseya Edîtoran a AAyê bi Dîrektora Ragihandina Saziyê ya AAyê Esra Kîreşcî û Kordînatorê Akademiya Nûçeyan a AAyê Umît Sonmez ra hatin bal hev.
Di serdanê da der barê AAyê da ji bo xwendekarên ku ji welatên cuda hatine û li zanîngehên Enqere, Gazî û Hacettepeyê dixwînin pêşkêşî hat kirin.
Xwendekar der barê bernameyên perwerdeyê yên Akademiya Nûçeyan a AAyê û kariyera li AAyê û derfetên kar da hatin agahdarkirin.