SAKARYA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Zanîngeha Sakaryayê axivî û diyar kir ku ew jî ji Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) gilîdar e. Serokwezîr operasyonên ku li ser navê "gendeliyê" tên kirîn jî bi bîr xist û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi van operasyonan rê li ber pêşveçûyina Tirkiyeyê bigrin û wiha dewam kir: "Li pêş me du rêyên eşkere hene, yan Tirkiye dê wek ya berê be û yan jî ev yek di dilê hin kesan de bimîne û dê Tirkiye qezenc bike. Heke malê etîman, sêwiyan yek rabe û bidize û bixwe ewilî em ê hesaba wê bipirsin. Lê ez vêya jî bibêjim ew hin kesên ku dibêjin em operasyonan bikin, dibêjin heke ku wan, ew tişt nekiribe jî bila nav li ser wan bimîne. Bila ew kes li qisûra me mêze nekin em ê wan kesan jî eşkere bikin û derxin. Lewra ev ji bo me êdî wazîfe ye.
Erdogan li ser hakimiyetê jî sekinî û da zanîn ku lazim e hakimiyet bê şert û merc di destê gel de be û wiha pê de çû: "Di Tirkiyeya nû de nabe ku hakimiyet bê şert û merc di bin kontrola darazê de be. Li Tirkiyeya berê jî û di ya niha de jî hakimiyet bê şert û merc divê di destê gel de be. Ez ji vir gilî dikim. HSYK jî di vê mijarê de tevli sûcê bû. HSYKyê çikir. Di dema dozeke ku dewam dikir de rabûn û daxuyaniyek dan. Lê ev daxuyaniya wan li dijî xala 138emîn a Destûra bingehîn e. Ez niha dipirsim gelo dê kê ji ber vê, HSYKyê bidarizîne? Hûn dizanin ku dê kî bidarizîne? Dê gel bidarizîne. Gelo dozgerek çawa dibe ku li ber dadgehê daxuyaniya çapemeniyê belavî endamên çapemeniyê dike. Dozgereke wiha, rûreşê edaletê ye. Ez li vê derê dibêjim gelo ey HSYK tu dê der barê wî kesê hanê de çi bikî."
Erdogan da zanîn ku bi saya gel hatine ser meqaman û yên ku dikarin wan ji wir bişînin jî dîsa gel e û wiha got: "Cara dawîn êrîşî me dikin, hemû derfetên xwe bikartînin, çi ji destê wan tê dikin. Lê bi îzna Xwedê û bi piştgiriya gelê xwe em ê ji heqê wan derkevin û êrîşên wan jî pûç bikin. Em ê deriyê Tirkiyeya berê jî bigrin."