Fatih Gazioğlu
10 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ŞIRNAK
Li Şenobaya bajeroka Uludereya navçeya Şirnexê di çarçoveya 'Projeya Şehrî Nûh ya Anadolûyê' atolyeyek hat vekirin.
Di atolyeya ku Wezareta Çand û Turîzmê jî piştgiriyê didê jî 50 kursiyerên jin û 6 mamoste dixebitin. Li qursê berik û hûnerên destan yên bajêr tên çêkirin.

Xebatên jinan wê 15yê gulanê Şanghaya bajarê Çînê wê bên pêşkêş kirin.
Derhênera Projeya Esma Cîvcîrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got ku ew ji ber projeyê li vê derê ne û ji bo nirxên ku wenda dibin dîsa bên çêkirin dixebitin. Cîvcîrê got ew li cihekî nêzî 500 metrekare mezin de niha dixebitin û wiha dewam kir:

"Em m Çiyayê Cudiyê li ser 3 berikê mezin çêbikin. Ji van yek konekê 150 salî ye û nêzî 10 mîtroyan jî fireh e. Jinên li vê derê dixwazin berikên wan li hemû dinyayê bên nasandin. Em ê van berhêman 15yê gulanê li Çînê pêşkêş bikin."