Yusuf Okur
31 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Hat ragihandin ku li gundê Zekeriya yê li ser Ardanuça navçeya Artvînê şepe rabû û şivan ketin binî.
Walî Turan Ergun ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji wan ra êxbar hat kirin ku li gundê Zekeriyayê şepe ketiye û wiha dewam kir, "Dibêjin ku şivan ketine binê şepeyê. Hevalên me hewl didin ku xwe bigihînin wê derê."
Ergun diyar kir ku li herêmê rewşa hewayê ne baş e û ekîbên AFAD û saziyên din hewl didin ku xwe bigihînin herêmê.