Elif Orhan
17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Serokwezîrê Herêma Kurdistana iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir xwest ku 4 wezîrên mensûbên Tevgera Goran dev ji peywira xwe berdin û da zanîn ku dê heyama nû ya hikûmetê di nêz de eşkere bikin.
Barzanî di peyama xwe ya nivîskî û dîtbarî ya ku di malpera fermî ya hikûmetê de hat weşandin de der barê bûyerên ku li Silêymanî û navçeyên wî diqewimin de daxuyanî dan.
-"Xwepêşandan ji armancê hatin dûrxistin"
Barzanî got ku "Ji bo welatê me wext wextê nirxandinê ye" û dest bi axaftina xwe kir. Barzanî got ku "Xwepêşandanên aştiyane ji ber berjewendiyên siyasî ji armanca wan hatin dûrxistin. Komên bêberpirsiyar û serberdayî xwestin ku şeht li yekîtiya li herêma Kurdistanê bidin."
Barzanî qal kir ku xwepêşandanên aştiyane "mafekê bingehîn û meşrû" ya gel e û wiha axivî:
"Lê belê ez û yên di meqamê berpirsyariyê de ji ber bûyerên ku li Kaladizê û herêmên din qewimîn em gelekî xemgîn bûn. Tevgerên bi vî awayî gel perçe dikin. Dijminên me jî ew kesên ku ev êrîş kirin bi awayekî berbiçav pîroz kirin. Li holê ye ku ev yek kêrî dijmin tê."
-"Goran lihevkirinê binpê kir"
Barzanî bal kişand ku dema hikûmet avakirin armanca wan yekîtî û bihevrebûna welêt bû û bêyî ku nav bide Tevgera Goran bi "binpêkirina" pevçûnan û "bicîneanîna sozên ku dabû" sûcdar kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mixabin ew kesên ku ji bo parastina demokrasiyê û xurtkirina wê gotinên xweşik bilêv dikin, peymana me ya navîn binpê kirin û tune hesibandin. Wan îdiaya hikûmeteke 4 salî ya ku dê bi aramî û berpirsyarî derbas bûya, kiribûn. Fitne bi destê kîjan kom an jî kesê ve bê derxistina bila bê derxistin divê destûr neyê dayîn ku mezin bibe. Hin hêz û kom ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên berwext agir bi mala me xistine. Ne mimkûn e ku em vê paşguh bikin."
Barzanî bi bîr xist ku "Bêberpirsyariya hin aliyan û îdiayên wan ên bêbingeh gihaşt asteke ku mirov nikare tehemûl bike." û diyar kir ku ji ber "atmosfera bêhizûr" û "êrîşên xeyrîmeşrû" xwest ku 4 wezîrên ji Goranê ji hikûmetê veqetin.
-"Birêvebirên Goranê xîmên hikûmetê kolan"
Barzanî îdia kir ku birêvebirên ji Goranê "xîmên hikûmetê kolan" û da zanîn ku "Bi rastî wek şexsî bi van 4 wezîran re têkiliyên me gelekî baş bûn. Lê belê birêvebirên wan her dem hewl didan ku xîmên hikûmetê bikolin. Ez wek serokwezîr mecbûr bûm ku vê biryarê bidim."
Barzanî destnîşan kir ku gel bêhêvî ye û siyasetmedar gelek wext xerc kirin lê di mijara serokatiyê de negihaştin tu encamê û wiaha axivî: "Em hemû ji ber vê rewşa neyînî bifikar in. Partiya me jî hewl dide ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyeke guncav bibîne. Lê belê divê ji vê qeyranê derbasî qeyraneke din nebin. Welatiyên me divê bi dengên xwe diyar bikin ka dê serok bibe kî. Baweriya min a ji bo vê yekê tam e. Ev mafê me hemûyan ê bingehîn e. Heke ne em dê rayeyê bidin dest kesên ku dê nekarin wê kontrol bikin."
Barzanî destnîşan kir ku wek serokwezîr girîngiya wî ya beriya her tiştê ew e ku herêma Kurdistanê ji aliyê aboriyê ve serbixwe bike û birêvebirên ji Goranê îşaret kir û wiha axivî:
"Hin siyasetmedaran xwest ku vê pêvajoyê dijwartir bikin. Lê belê em ê bigihêjin armanca xwe. Heke ew tiştên ku hatin serê me bihata serê gelekî din heta niha zû de serî tewandibû. Lê belê em tehamûl û berxwedanê berdewam dikin. Em bi serxwebûna aboriyê dikarin wisa hêzdar bibin ku li ser piyê xwe bisekinin."
Barzanî diyar kir ku dê hefteyên pêşiya me de heyama duyemîn a hikûmeta nû eşkere bikin û got ku niyeda gel tune ku yekîtî û bihevrebûnê xira bike.