Seyîd Riza û hevalên wî yên ku di Serhildana Dêrsimê de hatibûn îdamkirin, li Dêrsimê hatin bibîranîn.
Serokê Şaredariya Dersimê Mehmet Alî Bul bi nûnerên civakî yên sîvîl û hin welatiyan ve çûn gundê Pinarê ku Seyîd Riza û hevalên wî yên ku di serhildana Dêrsimê de hatibûn îdamkirin bi bîr bînin.
Bul, li gund axivî û got ku divê bûyerên di sala 1937 û 1938an de li Dêrsimê qewimîne derkevin holê.
Li ser navê komê Leman Çevrîm metnê çapemeniyê xwend.
Çevrîm got ku wê demê li Dêrsimê êrîşa leşkerî hat kirin û Seyîd Riza û hevalên wî bi lez û bez hatin darizandin û pişt re jî hatin îdamkirin.
Bul û komê ji bo Seyîd Riza, hevalên wî û yên ku di serhildanê de mirine mûm pê xistin û pişt re belav bûn.