26 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî ciyê kontrolê ya polêsan kirin û li gor agahiyan di êrîşê da 11 polês şehît ketin û 78 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji Walîtiya Şirnexê hatin sitandin, endamên PKKyê bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî ciyê kontrolê yê polêsan a ku 50 metro dûrî Amirtiya Koma Hêza Çewîk a Midûriyeta Ewlekariya Cizîrê ye kirin.
Di êrîşê da 11 polês şehît ketin û 4ên wan giran 78 kes jî birîndar bûn.
Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Di êrîşê da zirareke mezin li avahiya Amirtiya Koma Hêza Çewîk ket, rêbeja Şirnex-Cizîrê hat girtin. Ji ber teqînê zirar li xanî û dikanên li dorberê jî ket.
Ji bo derdestkirina terorîstan operasyon dan destpêkirin.
Wek mayîn Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag der barê êrîşê da wiha got: "Di êrîşa terorê ya li Cizîra navçeya Şirnexê da ku li dijî ciyê kotrolê ya polêsan hat kirin, ji 70yî zêdetir birîndarên me hene. Rewşa 4 birîndaran giran e."
Balyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass êrîşa şermezar kir
Balyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass ji ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî va li Cizîra navçeya Şirnexê texma cihê kontrola polêsan li dar xist, şermezar kir.
Bass di hevoka xwe ya ku ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da weşand wiha got: "Em bi Tirkiyeya ku mutefîkê me yê NATOyê ra şînê digirin û careke din wê teahûda xwe ya hevpar a der barê têkbirina terorê da teyîd dikin."
Wezîrê Karên Derve yê Norveçê Borge Brende jî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo polêsên ku di êrîşa terorê da şehît ketin sersaxî da Tirkiyeyê.