25 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
ADANA
Bi îdiaya ku Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş li Edenê di sala 2011an da axiviye "propagandaya rêxistina terorê kiriye", Dozgeriya Komarê ya Edenê der heqê Demirtaş da îdianame amade kir û jê ra heta 5 salan cezayê hebsê xwest. Îdianame hat qebûlkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, bi hinceta ku Demirtaş di 15ê cotmeha 2011an da li Edeneyê di kongreya BDPê da axiviye û "propagandaya rêxistina terorê kiriye", der heqê wî da lêpirsîna ku hatibû vekirin temam bû.
Der heqê Demirtaş da çend roj ewil îdianame hat amadekirin û 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran jî ev îdianame qebûl kir û bi daxwaza heta 5 salan cezayê hebsê doz hat vekirin.
Di îdianameyê da hat gotin, dîroka ku sûc tê da hat kirin Demirtaş Parlementerê Hekariyê yê BDPê bûye, ji bo ku Demirtaş ji ber wî sûcî parastinê bide, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê telîmat nivîsiye, teblîxat dane Başak Demirtaşa jina Demirtaş, lê Demirtaş neçûye Buroya Telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê û parastina xwe nedaye.
Danişîna ewil ya ku Demirtaş lê tê darizandin wê di 17ê sermawezê da were kirin.