Haydar Şahin
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Otobêsên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) ji ber barana ku li bajêr dibare hin seferên xwe betal kir.
Li gor agahiyên li ser malpera ÎDOyê, seferên 07.45 Bandirma-Yenîkapi-Bostanci, 07.50 Kadikoy-Yenîkapi-Bursa, 08.30 Bursa-Armutlu-Armutluya Gundê Tatilê-Yenîkapi-Kadikoyê nehatin kirin.
Şirketê destnîşan kir ku seferên 09.50 Kadikoy-Yenîkapi-Bursa, 10.30 Bursa-Yenîkapi-Kadikoy û 12.00 Bostanci-Yenîkapi-Bandirmayê jî hatin betalkirin.