16 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
ANKARA
Nivîskarê lêkolîner Hakki Oznur got ku PKKya rêxistina terorê tam rêxistineke stalînîst û otorîter e û wiha pê da çû: "Wan bi hezaran milîtanên di nav xwe da wek ajan, provakator û dijî serokatiyê derketinê sûcdar kirine û dane înfazkirin. Ewilî ji bo înfazên li Lolanê Ocalan ji Şamê telîmat dida. Niha jî rêvebirên din ên rêxistinê telîmatan ji Qendîlê didin."
Oznur daxuyanî da nûçegihanên AAyê û ragihand ku di 15ê Sibata sala 1999an da piştî qefaltina Abdullah Ocalan ji bo PKKyê heyameke nû dest pê kir. Di wê heyamê da bigirvekşa ji bo serkêşiya rêxistinê ya ku di navbera Cemîl Bayik û Osman Ocalan da derket jî baştir xuya kir.
Di berdewamiya axaftina xwe da Oznur, Peymana Washingtonê ya ku PDK û KYByê di 1998an da îmzekiri bûn bi bîr xist û got: "PKKyê wê demê him PDK û him jî KYB li Rojhilata navîn wek şirîkên emperyalistan dihesiband."
Oznur destnîşan kir ku nîqaş û gengeşiyên piştî qefaltina Ocalan di nav PKKyê da dest pê kiribûn bûn sedema avakirina Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD) ên Kurdistanê. Lewra di nav rêxistinê da qismên muxalif wek xulam û ajanê Celal Talabanî dihatin hesibandin.
Nivîskarê lêkolîner Oznur bal kişand ser înfazkirinên PKKyê û ragihand ku bi dehan kesên ji PKKyê veqetiyan û bo avakirina rêxistinbûneke nû hewl didan yan bi destê PKKyê hatin înfazkirin û yan jî wek "ajan", "rêxistina provakator", "caşên xwerûkirinê" û "xulamên Talabanî" hatin binavkirin û wiha pê da çû: "Gelek mensûbên PWDê li bakurê Iraqê di navbera salên 2004 û 2014an da hatin kuştin. Biryarên înfazkirinê ji hêla rêveberiya jor a di bin serokatiya Cemîl Bayik da û bi tevlîbûna Murat Karayilan, Duran Kalkan, Alî Haytar Kaytan va hatin dayîn."
Di berdewamiya axaftina xwe da Oznur got: "Înfazên di nav PKKyê da tu carî kêm nebûn. Ji sala 1981ê bigre heta sala 2018an di nav rêxistinê da li kampên wek Beka, Qendîl û Lolanê ji kersaxê bigir heta serê çiyayan bi hezaran rêvebirên rêxistinê, endamên wê, hezkirên wê bi heman hincetên mîna dijî serokatiyê derketin, ajantî, provakatortî û xayîntiyê sûcdar kirin û hatin înfazkirin."