Nihat Kavşut
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Îqtidar ji Twitterê dernakeve wê ji sandoqê derkeve. Îqtidara rastîn wê di 24ê meha hezîranê da eşkere bibe. Xwe zêde newestînin. Rêya îqtidarê ji piştgiriyên Twitterê yan jî ji derewên medyayê derbas nabe. Ji sandoqê derbas dibe. Em ji gelê xwe bawer in. Em ê bi hev ra bibînin ku gel wê ji kê ra bibêje 'temam' û ji kê ra bibêje 'dewam."
Bozdag: "Hêza Tayyîp Beg ji gel tê. Bi îzna Xwedê gelê me çawa 15ê Tîrmehê wî digel mirina xwe parast wê di 24ê Hezîranê da jî serokomarê me Erdogan di sandoqê da biparêze û mihafeze bike. Ew xewn dibînin û wê 24ê Hezîranê bibe rojeke nû ku xewna wan bibe kabûs."
Bozdag: "Daxuyaniya Birêz Trump ku duh da daxuyaniyeke bêtalih e. Gaveke xelet avêtin."
Bozdag ji bona biryara Amerîkayê ya li ser Îranê wiha got: "Amerîka wisa hesab dike ku wê bi gavê xelet encameke rast bi dest bixe, lê di demeke kurt da wê xeletiya xwe ferq bike."