Nihat Kavşut
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA (AA) - Di doza sereke ya Sererkaniyê da ku ji bona bûyerên 15ê Tîrmehê dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li Sererkaniyê qewimîn hat vekirin û tevî endamên "Konseya Silha Li welêt" ya qaşo 224 bersûc tên darizandin dozger mutalaya xwe eşkere kir.
Rûniştina dozê li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîncanê bi destê Dadgeha Cezayê Giran ya 17emîn ya Enqereyê hat meşandin û dozger Bulent Karakuş mutalaya xwe pêşkêş kir.
Di doza Sererkaniyê da tevî Akin Ozturk ji bo hin endamên "konseya silha li welêt" ya qaşo cezayê muebeta hepsê ya 252 car girankirî hat xwestin.
Di mutalayê da hat xwestin ku endamên "konseya silha li welêt" ya qaşo ji ber şehîdkirina hêzên ewlehiyê û kuştina welatiyan ku 15ê Tîrmehê li tevahiya welêt qewimîn berpirsiyar bên hesibandin.
Di doza sereke ya Sererkaniyê da di nav bersûcên cezayê muebeta girankirî hat xwestin da Mehmet Dîşlî, Îlhan Talu, Ahmet Bîcan Kirker, Alî Yazici û Hakan Evrîm hene.
Di doza Sererkaniyê da ji bo 12 bersûcên ku serbest tên darizandin ji ber têrnekirina delîlan beraet hat xwestin.
Di doza sereke ya Sererkaniyê da ji bo endamên "Konseya Silha Li Welêt" ku berpirsiyarên birîndaran tên hesibandin 55 hezar û 880 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Di mutalayê da hat xwestin ku endamên "konseya silha li welêt" ya qaşo ji ber sûcên "binpêkirina destûra bingehîn", "kuştina bi qestî" û "hewla sûîqestê ya dijî serokomar" jî bên cezakirin.
Doza Sererkaniyê da ji bona Bîrol Kurubaşê îmamê sivîl ji ber sûcê "binpêkirina pergala destûra bingehîn" cezayê muebeta hepsê ya girankirî hat xwestin.