02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku alîkarê Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê, Hiseyîn Selamî ji ber êrîşên ku di van rojên dawîn da li bakurê rojavayê welêt dijî hêzên ewlehiya Îranê tên kirin, Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tehdîd kir.
Li gor xebera IRNAya ajansa fermî ya Îranê li paytext Tehranê Selamî organîzasyona ji bo Roja Qudsê hat kirin da got: "Ez hişyariyê didim rêvebirên siyasî yên li bakurê Iraqê ku bila di berpirsyariyên xwe bizanibin. Emê her deverên ku ji bo Îranê tehdîd bin, ji holê rakin."
Selamî îdia kir ku hin dewletên li herêmê jî li pişt êrîşên dijî hêzên ewlehiyê tên kirin, in.
Li herêmên bakurê rojavayê Îranê ji 15 hezîranê vir va di şerê navbera pêşmergeyên PDK-Î û eskerên Îranê da ji her du aliyan gelek kes mirin. Îranê jî ji ber şer bi obusan va herêma çiyayî ya Sorana navçeya Hewlêrê da ber bombeyan û hat ragihandin di bombebarandinê da sivîlan jî zirar dît.
Ji hêla din va HKIyê jî roja çarşemê daxuyanî dabû û ji PKKya rêxistina terorê û hin komên çekdar ên dijî Îranê xwest ku bila erd û sînorê wan ji bo êrîşên li ser Îran û Tirkiyeyê bi kar neynin.